Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakvanekî jîngehê canê xwe ji dest da

11:23 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2024

Li bajarê Kamiyaranê de çalakvanekî parasntina jîngehê li dema temîrandina agir de rastî şewatê hat û piştî 2 rojan, li nexweşxaneya bajarê Sinê de canê xwe ji dest da.

Pêka raporên belavbûyî, “Îsmaîl Kerîmî” çalakvanê jîngehparêziyê li dema temirandina agir li 1ê heyva Gelawîjê de li daristanên “Kanîşe”yê ser bi bajarê Kamiyaranê rastî şewateke dijwar hat û bi vê sedemê bo nexweşxaneya “Koser” a bajarê Sinê hate veguhastin û piştre bi sedema kûrahiya birînan bo nexweşxaneya bajarê Tehranê hatibû veguhastin, lê bi sedem zêdebûna asta şewitîna laşê wî, li roja Çarşemî 3ê Gelawêjê, canê xwe ji dest da.

Pêka raporên belavbûyî, %80 laşê wî çalakvanê jîngehparêz şewitî bû.

Navbirî bavê 2 zarokan e û yek ji parêzerên jîngehê bû ku bi sedema temirandina agir de canê xwe ji dest da.