Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha pasdaran a terorîst li devera Seqizê de teqe li jîngehparêzan kirin

12:20 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2024

Hêzên hov ên spaha pasdaran a terorîst li devera Serşîv a ser bi bajarê Seqizê de bi doşkeyan teqe li hejmarek ji jingehparêzan kirine ku vê demê mijûlê temirandina agir bûne.

Piştînivroya roja Duşemî 1ê Gelawêjê, , di halekê de ku çalakvanên jîngehparêz û herwisa endamên “Encumena Jiyana Sewz a Seqizê” mijulê temirandina agir li çiyayê “Bextiyar” bûne, hêzên spaha pasdaran a terorîst li binkeya spahê li gundê “Şîpanco”yê ser bi bajarê Seqêzê bi doşkeyan û çekên din, gulle bi ser wan de reşandine.

Pêka girte vidyoyên belavbûyî, hêzên hov ên spaha pasdaran a terorîst, bê berçavgirtina vê yekî ku çalakvananên jîngehparêz mijûlê temirandina agir li vê deverê de ne, çendîn caran ew dever gullebaran kirin.

Li demjimêr 10ê sibêdeha vê rojê, bi sedema gullereşandina wan hêzên hov û dijî jîngeh ên spaha pasdaran a trorîst, agir bi daristan û çêrîngehên çiyayê “Bextiyar” li devera Serşîvê de ketibû.

Li hember vê kiryara hovaneya rêjîmê de Encumena jîngehparêziya “Jiyana Sewz a Seqizê” ragihand ku li demjimêr 10ê sibêdehê em hatine agehdarkirin ku berpaniyeke zêde ji daristan û çêrîngehên Serşîvê rastî şewatê hatiye û me bi lizgînî tîmek ji endamên vê encumenê û hejmarek ji çalakvanên jîngehparêz bo temirandina wî agirî bo deverê şandin û piştî 3 demjimêran, ev agir hate temirandin.