Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê welatiyek kuştin û kolberek birîndar kirin

11:16 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2024

Hêza tepeserker a intizamî ya rêjîma Îranê welatiyekî xelkê bajarê Mihabadê kuştin û hêzên hov ên sînorî yên rêjîmê jî kolberek li sînorê bajarê Merîwanê bi dijwarî birîndar kirin.

Sibêdeha roja Çarşemî 3ê Gelawêjê, hêzên tepeserker ên intizamiya rêjîmê li taxa “Baxê Sîsê” ya bajarê Mihabadê êrîş kirine ser mala welatiyekî Kurd ê bi navê “Ehmed Têrmen” û li pey navbirî ketin û teqe  jê kirin, yek ji wan gulleyan bi ser wî kevt ku demûdest canê xwe ji dest da.

Rêjîmê heta belavbûna vê nûçeyê, termê wî welatiyê Kurd radestî malbata wî nekiriye.

Herwisa li roja Sêşemî 2ê Gelawêjê, hêzên hov ên sînorî yên rêjîma Îranê li sînorê bajarê Merîwanê, li devera sînoriya “Dupilore”yê, kemînek bo kolberan danîbûn û li dema nêzîkbûna kolberan, teqe li wan kolberan kirin ku li encamê de kolberekî temen 22 salî yê bi navê “Yasîn Rastxane” yê xelkê gundê “Dupilore”yê ser bi bajarê Merîwanê, kevte ber gulleyên wan hêzan û pêyekî wî bi dijwarî birîndar bû.

Pêka raporên belavbûyî, ew kolberê birîndar bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya “Bû Elî” ya bajarê Merîwanê hatiye veguhastin.