Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Termê “Îsmaîl Kerîmî” bi dirûşma “Şehîd Namirin” bi axê hate spartin

11:18 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2024

Rêûresma bi axspartina parêzerê jîngehê “Îsmaîl Kerîmî” bi beşdariya hezaran kes ji xelkê bajarê Kamêran û bajarên din li gundê “Necefabad”ê ser bi bajarê Kamêranê, bi axê hate spartin.

Roja Çarşemî 3ê Gelawêjê, rêûresmeke bi şan bo bi axspartina parêzerê jîngehê ku li dema temirandina agir de rastî şewitîneke dijwar hatibû û li nexweşxaneya Têhranê de canê xwe ji dest dabû, li gundê “Necefabad”ê, ser bi bajarê Kamêranê, bi dirûşma “Şehîd Namirion” bi axê hate spartin.

Pêka raporên ku geheştine Kurd Kanalê, termê wî parêzerê jîngehê bi beşdariya hezaran kes ji xelkê bajarên Kamêran, Sine, devera moj û derdora bajarê Kamêranê, bi axê hatiye spartin.

Îsmaîl Kerîmî li dema temirandina agir li nava daristanên “Kanîşe”yê ser bi bajarê Kamêranê, rastî şewatê hat û %80 a laşê wî şewitî bû.

Pêka zanyariyên belavbûyî li vê rêûresmê de zêdetir ji 10 çalakvanên jîngehparêz ji aliyê hêzên hov ên îtilaata rêjîmê ve hatine binçavkirin ku navê 6 kes ji wan evin “Ferîde Weysî, Hemîd Sebze, Ferzîn Moveffeqî, Emîr Nedîmî, Hisam Mehdî û Amanc Qurbanî”.