Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Îslamiya Hamborgê hate daxistin

11:20 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2024

Dewleta Alman navenda Îslamiya Hamborgê daxist û dest bi ser tevahiya darayiya vê navendê de girt û ragihand ev navende, prûpagandê bo îdeolojiya rêjîma Îslamiya Îranê dike.

Dewleta Alman li roja Çarşemî 3ê Gelawêjê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku çalakiya navenda Îslamiya Hamborgê qederxe kiriye û ew navende daxistiye û dest bi ser hemû darayiya vê navendê de girtiye.

 Ew navenda ser bi rêjîma Îranê bi vê yekê hatiye tawanbarkirin ku bûye navenda prûpaganda bo îdeolojiya rêjîma Îslamiya Îranê û piştevaniyê li Hizbullaha Lubnanê dike û bi dijî yasaya bingehîn a  Alman dixebitî.

Piştî êrîşkirina Polîsê Hamborgê bo ser wê navendê û hejmareke din ji navendên îslamî yên pêywendîdar bi vê navendê, rêjîma Îranê balyozê Alman li Îranê bo wezareta derve ya rêjîmê banghêjkir.

Rêjîma Îranê daxistina navenda îslamiya Hamborgê, dijî yasayên bingehîn ên mafê mirov binav kir!

Herwisa rêjîma Îranê ragihand: karê dewleta Alman dîktatorî û geşedana bi zanebûn a tundutijiyê ye!, ew yeka li halekê de ye ku rêjîma Îranê zêdetirîn û hovanetirîn û bi tundutîjî reftarê digel xelkê Îranê  dike û xwenxwartirîn dîktatorê cîhanê li Îranê de desthilatdar e.

Wezareta Navxwe ya Alman ragihyand ku navenda Îslamiya Hamborgê, nûnerê rasterast ê Elî Xamineyî ye û îdeolojiya rêjîma Îranê belav dike û li pey tevdanî û alozîçêkirina di nava Alman de bû.