Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara binçavkiriyên li bajarê Şinoyê, gihîşte 5 kesan

10:57 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2024

Hejmara welatiyên Kurd ên binçavkirî ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê li bajarê Şinoyê de gihîşte 5 kesan û heta niha ti zanyariyek li derheq qedera wan binçavkiriyan li ber dest nîne.

Pêka rapora "Hengaw"ê, sibêdeha roja Çarşemî 13ê Pûşperê hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê bi êrîşkirin bo ser mala "Selîm Zulqernêyn û Sabir Zulqernêyn" ên xelkê Gundê "Hesen Nûrran"ê ser bi bajarê Şinoyê, bê belgeya yasayî ew 2 welatiyên Kurd binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin.

Pêka vê raporê, hêzên hov ên ewlehî yên rêjîmê ti belgeyeke yasayî bo binçavkirina wan 2 welatiyan nebûne û li dema binçavkirina wan de jî bi reftareke hovane û bi tundûtîjî ve, ew binçav kirine.

Pêştir jî 3 welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Şinoyê yên bi navên "Mihemed Resûlpûr, Îdrîs Karsaz û Kemal Oqabî" ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîma Îslamî ya Îranê ve li bajarê Şinoyê, hatne binçavkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin, tohmetên sepandî û qeder û cihê ragirtina wan binçavkiriyan, li ber dest nîne.