Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjêma Îranê sizaya bidarvekirinê bi ser “Pexşan Ezîzî” de sepand

11:22 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2024

Girtiya siyasiya Kurd “Pexşan Ezîzî” ji aliyê dezgeha dad a rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser de hate sepandin.

Rojnamevan, alîkardera civakî û girtiya siyasiya Kurd “Pexşan Ezîzî” ku li girtîhgeha “Evîn” a rêjîmê de hatiye ragirtin, ji aliyê taya 26 a dedgeha inqilab a rêjîma Îslamiya Îranê li bajarê Têhranê, bi tohmeta “Bexî” , sizaya bidarvekirinê bi ser de hatiye sepandin û sizaya sepandî li 2ê Gelawêjê,  bi parêzerên vê, hatiye ragihandin.

Kombûna pêregihiştin bi dosyeya “Pexşan Ezîzî” li 8 û 27ê Cozerdana 1403 a Rojî bi rê ve çobûn.

Ew girtiya siyasiya Kurd bi rêya “Endametî li yek ji Partiyên dijberî rêjîma Îranê” bi tohmeta “Bexî”, sizaya bidarvekirinê bi ser de hatiye sepandin.

Herwisa li Zistan a 1402ê de ji aliyê  taya 5 a dadgeha ewlehiya Êvînê, bi “ Bexî” bi rêya endametî li girûpên dijbere rêjîmê hatibû tohmetbarkirin.

Sepandina sizaya bidarvekirinê bi ser “Pexşan Ezîzî” li halekê de ye ku navbirî heyama 8 heyvan li girtîgehên rêjîmê û dema lêpirsînan de ji mafê destpêregihştin bi parêzer û hevdîtin digel malabata xwe bêpar bûye û pêregihîştin bi dosyeya vê li proseyeke nedadperwerane û nerohn de bi rê ve çoye.

Ji aliyê din ve navbirî li 31ê Pûşpera îsal, li nivîseke servekirî de li girtîgeha Êvînê li jêr navê “perdepoşkirina rastiyan û alternatîva vê” de tevî îşarekirin bi jana “jinbûn” û “Kurdbûn” li rêjîma Îslamiya Îranê, bi îşkencekirina vê li odeyên take kesî û ragirtina vê li rewşeke nemirovane de îşare kiribû.

Pexşan Ezîzî, Welatiya Kurd a xelkê bajarê Mihabadê, li 13ê Gelawêja 1402 a Rojî, ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê li bajarê Têhranê de hate girtin û bo girtîgeha Êvînê hatibû veguhastin û piştî 4 heyv lêpirsînan, ji benda 209 a girtîgeha Êvînê bo benda jinan a vê girtîgehê hate veguhastin.