Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gireva birsîbûnê li 16 girtîgehên rêjîma Îranê de bi rê ve çon

11:25 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2024

26emîn heftiya “Ne bo bidarvekirinê” li vê Sêşemiyê de jî li 16 girtîgehên rêjîma Îranê de bi rê ve ço û girtiyan li wan girtîgehan de gireva birsîbûnê bi rê ve birin.

Roja Sêşemî 2ê Gelawêjê, wek 25 heftiyên derbasbûy, li roja Sêşemiyê de girêva birsîbûnê li 16 girtîgehên rêîjîma Îslamiya Îranê de bi rê ve çon û wan girtiyan bi tekezî li ser vê yekê ku rêjîma Îslamiya Îranê li bidarvekirna de li pey çêkirina rewşa tirs û sam li Îranê ye, daxwaza sekinandina tevav a bidarvekirinan li Îranê de kirin.

Pêka raporên belavbûyî, gireva bisîbûnê li girtîgehên rêjîmê li bajarên wek: “Urmiye, Merîwan, Kamêran, Bane, Selmas, Seqiz, Xoy , Nexede, Xuremabad, bendên “4, 6, 8” ên Êvînê, bendên “3 û 4” ên Qizilhisar li Kerecê, girtîgeha navendî ya Kerecê, benda jinan a Tewrêzê, Erdebêl, Qaim Şehr û Meşhed”ê de li kempêyna “Ne bo Bidarvekirinê”, bi rê ve çon.

Daxwazaiya bingehîn a wan girtiyan, hilveşandina tevav a bidarvekirin û îşkencekirinê bûye û wan girtiyan ragihandine ku armanca rêjîma Îranê li zêdekirina bidarvekirinan, tirsandina xelkê ye.