Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja Çarşemiyê çendîn kombûnên nerizayetî li Îranê bi rê ve çon

11:27 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2024

Karmendên îdareya Muxabirat a bajarê Tewrêzê û herwisa hejmarek ji xelkê pîşeyî yên bajarê Şehrê Kurd li derheq  çewtekariyên berpirsên pêywendîdar ên rêjîmê kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Roja Çarşemî 3ê Gelawêjê, karmendên îdareya Muxabirat a Îranê li yekeya “Seşkam”ê li bajarê Tewrêzê li derheq pêrenegihîştina berpirsên pêywendîdar bi daxwaziyên wan li roja Sêşemî û Çarşemiyê kombûna nerizayetî, li rûberûyê bînaya Muxabirat li bajarê Tewrêzê, kombûna neizayetiyê lidar xistin.

Karmendên vê îdareyê nerizayetiya xwe li mijarên wek, nebûna ewlehiya kar, nebûna bîmeya hewce, givaşên bi sedema xercên dermanî, heqdestê kêm, neguherîna girûpên kar, nedana zêdehiyan bi serastî, cudatîdanîn li navbera karmendan, nerizayetiya xwe nîşan dan.

Herwisa li roja Çarşemiyê, li bajarê “Şehrê Kurd” li parêzgeha Çarmihal û Bextiyariyê, hejmarek ji xelkê pêşeyî û birêveberên yekeyên pîşeyî  kombûneke nerizayetiyê li rûberûyê bînaya dadgusteriya rêjîmê li bajarê Şehrê Kurd de lidar xistin.

13 salan berî niha berpirsan bo dana erd û avakirina kargeh û hewcehiyên din ên hejmareke zêde xelkê bajarê Şehrê Kurd, soz dabûn ku kar bo zêdetir ji 2 hezar kesan dabîn dikin, lê ew soz bi tevahî bi çewt derketine.