Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê dirafê genimê werzêran nade

11:30 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2024

Rêjîma Îranê li sala 1403 a Rojî, 8 milyon ton genim ji werzêran kiriye lê 102 hezar milyard Tumen, dirafê mayî yê genimê werzêran nedaye û heta niha xwe ji dana wî dirafî parastiye.

“Mihemedcewad Eskerî” serokê Komîsiyona Werzêrî ya meclîsa rêjîmê tevî îşarekirin bi kirîna 8 milyon ton genimê ji werzêran ji aliyê rêjîmê, daye zanîn ku ew genim bi gelemper bi nirxa 155 hezar milyard Tumen ji werzêran hatiye kirin.

Herwis wî berpirsê rêjîmê gotiye ku ji deyna 155 hezar milyard Tumenî ya rêjîmê bi werzêran, bi tenê 53 hezar milyard Tumen bi werzêran hatiye dan û 102 hezar milyard Tumen deyna rêjîmê bi werzêran maye.

Herwisa navbirî daye zanîn, hekî heta dawiya vê heftiyê dirafê werzêran bi wan neyê dan, bi wateya nedan wî dirafî bi werzêran e.

Werzêr li Îranê bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê bo berhemanîna berhemên xwe rastî gelek dijwariyan tên û rêjîma Îranê di cihê dabînkirina hewcehiyên werzêran, niha dirafê kirîna genimê wan werzêran jî nade û xuya nîne ku heta ti demekê dê xwe ji dana dirafê werzêran biparêze.