Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyekî olî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê, hate bidarvekirin

11:32 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2024

Rêjîma Îranê girtîyekî olî ku li dadgehên rêjîmê de sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Urmiyê bidar vekir.

Sibêdeha roja Pêncşemî 4ê Gelawêjê, Kamran Şêxe, girtiyê olî yê xelkê bajarê Mihabadê ku ji aliyê dadgeha rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, piştî 15 salan li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Urmiyê de hate bidarvekirin.

Kamran Şêxe li 16ê Sermaweza 1388 a Rojî digel “Ferhad Selîmî, Enwer Xizrî, Qasim Abiste, Dawûd Ebdullahî, Xusro Bişaret û Eyûb Kerîmî” ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve hatine binçavkirin û piştre li derheq pêwendî bi kuştina “Ebdulrehîm Tîna” ê xelkê gundê “Licê” ser bi bajarê Mihabadê, ji aliyê taya 28 a dadgeha înqilab a rêjîmê li bajarê Têhranê li dosyeyeke hevpar de bi tohmetên wek “encamdana karên li dijî ewlehiya netewî, teblîxat li dijî nizam, endametî li girûpên selefî sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin.

Kameran Şêxe dawî kesê vê dosyê bû ku hate bidarvekirin û roja derbasbûyî piştî hevdîtin digel malbata xwe bo odeya take kesî hatibû veguhastin û sibêdeha roja Pêncşemiyê li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Urmiyê, hate bidarvekirin.