Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di bîranîna pakrewan Duktor Ebdulrehman Qasimlo de (Diktor Qasimlo mamosteyê gelê xwe)

01:11 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2024

N. Hişmend Sêxo

 

Duktor Ebdulrehman Qasimlo di sala (1930) de li bajarê Urmiyê li Kurdistana Îranê hatiye dunyayê , xwendina xwe ya seretayî û navîn li Urmiyê û Têhranê xwendiye , û piştre di sala (1948an) de çûye bajarê Istenbûlê da ku xwendina xwe ya Zanîngehê tewaw bike , piştre biryar stand ku xwendina xwe li Ewrupa tewaw bike.

Dema ku ew li Istenbûlê wî nivîskar û rojnamevan "Mûse Enter" û xwendekarên kurd ên welatparêz naskirin, piştre çû Ewrupa ji bo tewaw kirina xwendina xwe.

Qasimlo li Firansa û piştre li Çîkoslofakiya zanistên rêzanî û civakî xwend lê qet ji êş û azara gelê xwe bidûr neket.

Qasimlo biryar da ku tevlî rikeberiya dêmokrat bibe ya ku li dijî impiryaliya Îranê bi pêş ket.

Di sala (1952an) de ew vegeriya welêt daku di xebata demokrat de beşdar bibe û Qasimlo pênc salan karê rêzanî bi şêweyên neyênî û aşkere dikir û hêdî hêdî Qasimlo weke kesayetiyekî rêzanî û xwedî bandor di nav gelê kurd û rikeberiya îranî de hate nasîn.

Duktor Ebdulrihman Qasimlo waneyên destemayî û aboriya Sosyalîst li Zanîngeha Piragê didan , û ta sala (1961) waneyên zimên û çanda kurdî li Zanîngeha Sorbonê li Parîsê didan , herwiha xwedî rolekî girîng bû di avakirina Yekîtî ya Ciwanên Demokrat li Kurdistanê ku yek ji saziyên Partî Demokratî Kurdistanî Îran bû , û piştî demeke kurt bi fermî bû endamê vê partiyê û di hemû desteyên partîzanî de kar kir daku bû emîndarê giştî ji Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê re.

Duktor Ebdulrihman Qasimlo kesayetiyekî bibîr û hişmend bû , lewra wî û hevalên xwe yên partîzan bi hûrbînî rewşa rêzanî û aborî ya Îranê xwendin , herwiha rewşa çepên Îranê û tevgera niştimanî ya kurdî li gor pêywendiyên wî wek emîndarê giştî bi Yekîtiya Sovyêt re , û istratîjiya demokratî ji Îranê re û otûnomî ji Kurdistanê re bi rêket , û kongireya Sêyem a partiyê ev pêşinyarên Duktor erê kirin û ew pêşinyar bûn istratîjiya fermî ya Partiya Demoqrat û di wî kongirî de ew hate hilbijartin wek emîndarê giştî ji Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê re  , û bû yek ji wan kesayetiyên rêzanî yên girîng di hemû parçeyên Kurdistanê de.

Hêjayî gotinê ku di sala (1978 an)de Duktor Ebdulrihman Qasimlo bi hevaltiya Bîst Hezar şervan ji hêzên pêşmergeyên dilêr operesiyoneke berfireh li dijî artêşa sahê Îranê rabûn û pêşmerge dest danîn ser bajar û bajarokên Kurdistana Îranê û wisa gelê kurd kevirê bingehîn ji avakirina dewleteke demokrat re danîn.

Di dîroka / 13 / 8 / 1989an de Duktor Ebdulrihman Qasimlo ji bo mafê otûnomî ji Kurdistana Îranê re danûstandin bi rayedarên Îranî re dikirin lê zor mixabin di wan danûstandinan de ew ji aliyê istixbaratên ku li kincên dîplomatê rêjîma Îranê ve li bajarê Viyêna li paytexta Otrîşê hate tirorkirin û di goristana pakrewanên şoreşê de “Pîrlaşêz” li Parîsê hate binax kirin.

 

Sed silav li giyanê te ey xebatkarê dilsoz û dilêr

 

Hişmend Sêxo, Endamê Komîta Navendî ya

Partiya Demokrat a Pêşvero ya Kurd li Sûriyê