Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Helbestên Pûşperê

01:18 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2024

Eskender Ceiferî

 

Ji her salê zêdetir !

Qasimlû !

Çi qamçûr û çi nakam e dilê dujmin

Min qêrîna dayîkên şehîdan

Bi newaya dengê çekan

Di haşehaşa ava çem û kaniyên Zagrosê de vejand

Ji her salê zêdetir nêzîk im ji te

Qeliştîme, dirandîme dilê dujmin

Çi firfat e şelixtî ye dilê dujmin

Dayîka min digo lawo

Ecel xwazim miraza dil welatê min bike serbest

Egîd im ez qebala cendêkê min jî bi pêşkeş e

Piyar û vîn ji nirxên tev serokên xwe bi mîrat im

Eger xwazin bi aşîtî

Eger na jî

Bi zordestî dibim serbest

Zemîna dil parzemîna welatê min

Ji Îlamê heya Makû

Melik mot im ji bo dujmin

Çi volkanek bi vîn im ez

Dêmokrat im dêmokrat im

Şehîd Qadir Kerîmî me

Bilûra dil bi tenbûra çekê xwe me

Çi bê bak im serbixwe me

Çi sêwak im serbixwe me

Axîna dayîkên şehîdan im

Qasimlû me li Zagrosê

Taxim taxim evîna te

Dêmokrat im

----------

Bi 79 keibeyên ola şehîdan / Bi 79 rondikên daykên egîdan

Zimanê dujminê reşdil ji ber min / Bi dojeh bû bi 79 sal û heyvan

Biklukul dil tu rabûyî nerûnê / Bi 79 axînên bûkên li malan

Li benda hatina termên şehîdan / Bi her salek ji wan 79 ji salan

Çi qamûsan çi peyvek nîn e bo te / Şehîdên gel bi 79 sûnd û Quran

Dimînin tim li nav cergê me Kurdan / Li nava me bi 79 ol û dînan

-----------

Bi Rasana dilê gel, te agir tîn û gurr kir /

Bi biryara biharan, şehîdan te xelat kir /

Tu pêşmergê welat î, li her çar werz û salan /

Li Pûşperan xemîn im, ji ber  xwîna egîdan /

Sermaweza dilê kul, ji dil dikim te pîroz /

Evîna te Dêmokrat, rengê şîrê dayîkan /

Fîraqê dil bi êş im, tewafa vî welatî /

Ji xew rabe welato, vaye Pêşmerge hatin /

Ne mêrkuj im ne jî şer, peyama min biratî/

--------

Tu peşmerg î evîn dayî bi Qazî

Dizanim ku tu narazî tu baz î

Tu saqî bî qedeh rakî çeka xwe

Ji dê û bav welatê xwe bi naz î

Nerazê dil nerazê can tu rabe

Hemû hêvî ji dujmin tu di Zab e

Bike qebqeb kevoka mendehoşê

Ku naxwînî welatê te xerab e

--------

Ji 79 doz û dijber her tu komar î dilan de

Gelek wêstgeh li paş 79 te bûrandin xezalê

Xezalokek li deşta şîn û giryana Mehabad

Ji Madkêw û li Urmiyê tu mad î ey Ehora

Tu komara bi kovana welat î tu leheng î

Vejîn bû yî ku xistî nav dilê dujmin nevîtî

Eger şa yan ku komarek ji sêdarên ji cehlê

Dinalînin hemû salan ji dest te karxezalê

Tu Qasimlû tu Kurdistan tu war î

Li nav deşta evîndarên welat î

Ne 11 meh, temendar î bi 79 sal û dewran

Tu nexşek bûy ji rengê agir û pêt û dêmokrat