Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl mijûlê lêkolîn li ser pêşniyara Hemasê bo agirbestê ye

10:58 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2024

Mosadê ragihandiye ku milîsên Hemasê bersiva pêşniyara Îsraîl bo azadkirina 120 barimteyên mayî li destê Hemasê de dane û Îsraîl mijûlê lêkolîn li ser bersiva Hemasê ye.

Pêka rapora malpera "Aksiyûs" a Amerîkayê, demjimêrên şevê Çarşemî 13ê Pûşperê, Saziya Ewlehî û Operasiyonên Taybet a Îsraîlê anku "Mossad"ê ragihandiye ku girûpa tundajo a Hemasê bi pêşniyara Îsaraîlê li derheq azadiya 120 barimteyan li destê Hemasê li Xezê de bersiv daye û niha berpirsên Îsraîlê mijûlê lêkolîna li ser bersiva Hemasê ne.

Herwisa vê çavkaniyê ragihandiye ku "Mossad"ê li daxuyaniyekê de ragihandiye ku Qeter û Misrê, bersiva nû ya Hemasê bi pêşniyara Îsraîl, gihandine berpirsên wî welatî.

Pêka vê raporê 2 berpirsên payebilind ên Îsraîlê, bersiva nû ya Hemasê bi baş binav kirine û gotine ku ew bersive rê bo danûstandinên hûrtir xweş dike ku dikare lihevkinekê li pey xwe bîne.

Ew rapore li halekê de belêav bûye ku bajarê Xanyûnis li başûrê Xezê ji xelkê medenî hatiye valakirin û êrîşên Îsraîlê bo ser wî bajarî berdewam in.