Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê pêla sêdaredana girtiyan berfirehtir kiriye

12:12 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2024

Rêjîma Îranê li roja Pêncşemî 4ê Gelawêjê, 5 girtî, li girtîgehên rêjîmê li çend bajarê Îranê de bi dar vekirin.

Roja Pêncşemî 4ê Gelawêjê, Kamiran Sêxe û Hesen Yûsifîazr li girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê, Hamid Nadirî yê temen 32 salî û Elî Muheremxanî yê temen 37 salî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Qezwînê û Qadir Cemşîdî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Torbetê Camê ji aliyê rêjîma hov a Îranê ve hatine bidarvekirin.

Heriwsa roja Çarşemî 3ê Gelawêjê, Mutîullah Barekzey yê temen 40 salî û xelkê Efxanistanê li girtîgeha rêjîmê li bajarê Qaênê û “Muslim Heyderî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Bîrcendê de hate bidarvekirin.

Roja Sêşemiyê jî “Gulabşah Nûrzêhî” yê temen 43 salî û xelkê wilayeta “Ferah” a Efxanistanê, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Benderebasê de hatibû bidarvekirin.

Rêjîma Îranê bi armanca tirsandina xelkê û herwisa çêkirina rewşeke tirs û samê li civaka Îranê, rêjeya bidarvekirinan zêde kiriye û li vê dawiyê, gelek caran bê agehdarkirin û hevdîtin digel malbatên girtiyan, bi awayekî veşartî girtiyan bi dar diveke.