Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê saziyên mafê mirovî, şikayet li ser rêjêma Îranê, tomar kirin

12:15 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2024

Li derheq rewşa Tûmac Salihî, 3 saziyên mafê mirovî li Saziya Netewên Yekgirtî de şikayeteke hevpar li ser rêjêma Îslamiya Îranê tomar kirin.

Tûmac Salihî bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “X” de daye zanîn ku 3 saziyên mafê mirovî yên “Sawtî Strît Çembêrz, Şaxisê Sansor û Bonyadê Mafê mirov” skalayeke hevpar li Saziya Netewên Yekgirtî de li ser rêjêma Îslamiya Îranê tomar kirin.

Vê pêkê, skala li derheq berdewamiya binçavkirin, îşkence û azardanên Tûmac Salîhî ji aliyê dezgeha dad arêjîmê, hatiye kirin û li beşa Girûpkar a Binçavkirinên Xoserane ya Saziya Netewên yekgirtî anku “UNWGAD” de tormar kirine.

Li vê skalayê de tevî îşare bi îşkencekirinên fîzîkî û hundirî li ser Tûmac Salihî, li dosyesaziya nû li dijî wî û pêbendnebûna rêjîma Îranê bi sozên hiqûqî yên navnetewî, li reftara digel “Tûmac Salidî” rexne ji rêjîma Îranê girtine û daxwaza azadkirina lezgîn a “Tûmac” kirine.

Li vê skalayê de hatiye ku rêjîma îslamiya Îranê, binçavkirinên xoserane, îşkencekirin û bidarvekirinan wek alavek bo fetisandina dengê dijberan bi kar tîne û zêdekirina her rojeke girtîgehê li heyama girtîgeha “Tûmac Salihî” bêdadiyeke mezin li derheq wî ye.