Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nêzî 300 hezar xwendevan bi sedema hejariyê dest ji xwendinê berdane

12:23 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2024

Pêka raporên rêjîmê, 911 hezar xwendevanan li Îranê dest ji xwendinê berdane ku 279 hezar halet bi sedema hejariyê bûye.

Cihgirê serokê Komîsiyîna Hînkarî ya Meclîsa rêjîmê “Mihemed Molewî” li cîvînekê de daye zanîn ku 911 hezar xwendevan li Îranê ji xwendinê dest berdane ku ji vê amarê 279 hezar haletên destberdan ji xwendinê, bi sedema hejariyê bûye.

Herwisa navbirî daye zanîn ku 400 hezar kes ji vê amarê li qonaxa destpêkî anku “Ibtidayî” de dest ji xwendinê berdane.

Navbirî îtiraf kiriye ku bûdceya hewce bo perwerde û hînkariyê nehatiye dabînkirin û li salên dawiyê de %12 a bûdceya giştî ya Îranê bo vê beşê dihate diyarîkirin, lê niha bi berçavgirtina rewşê û belgeyên li ber dest, hewce bû ku %20 a bûdceya giştî bo vê beşê bihata diyarîkirin, lê niha bi tenê ew bûdceye bi %10 hatiye diyarîkirin.

Rêjîma Îranê bi zêdekirina bûdca navedên ewlehî û leşkerî yên spaha pasdaran û saziyên ewlehî û îtilaata rêjîmê û beşa beyta rehberî û bernameyên geşedan û berfirehtirkirina îdeolojiya çewt a rêjîmê, xelkê Îranê  û beşên xizmetguzariya bi xelkê welat ji bûdceya giştî bêpar kiriye.

Xwendevan neçar mane bo dabînkirina hewcehiyên jiyana malbata xwe û alîkarîdan bi endamên malbatê bo dabînkirina hewcehiyên bingehîn ên jiyanê, dest ji xwendinê berdin û roj bi rojê zêdetir xelkê Îranê bi sedema siyaseta çewt a rêjîma Îranê hejartir û bêpartir dibin.