Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Alman nigeranê berteknîşandana rêjîma Îranê bi daxistina navenda olî ya Hamborgê ye

12:26 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2024

Serokê Partiya Dêmokrata Azad a Alam li derheq egera berteknîşandanên rêjîma Îslamiya Îranê bi daxistina navenda olî li bajarê Hamborgê nigeraniya xwe da xuya.

Bîjen Cîrserayî, Serokê Partiya Dêmokrata Azad a Alam li gotûbêjekê de digel kanala 1 a Alman de li derheq egera berteknîşandanên rêjîma Îslamiya Îranê, bi daxistina navenda olî li bajarê Hamborgê û herwisa qedexekirina çalakiyên vê navendê, nigeraniya xwe da xuya.

Herwisa navbirî got: “Bûyerên li Têhranê bi hûrî ji aliyê me ve têne mêzekirin, rêjîma Îslamiya Îranê li heyamên berê de li navxwe û li Ewropayê, bo bêdengkirin an gefxwarin li dijberên siyasî, gelek kiryar encam dane û egera vê heye ku kiryarên wiha dubare bibin”.

Deweleta Alman navenda olî ya Hamborgê daxist û dest bi ser tevahiya darayiya vê de girt û tevahiya karên vê navenda terorîstî qedexe kir.

Li vê derheqê de Wezîra Navxw ya Alman “Nansî Fezêr”, karê navenda Îslamiya Hamborgê ku ji aliyê Îdareya Federal a Parastina Yasaya Bingehîn ya Alman ev bi “navenda girîng a propaganda bo rêjîma Îslamiya Îranê” binav kiriye, bi tevahî qedexe kir.