Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jîngeh li bilindahiyên deverên derdora bajarê Urmiyê, tê pîskirin

12:30 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2024

Jingeha deverên wek “Sîlwana, dalanper, Rebeta Rajanê, Gera Mame Şêx, Bozê Sîna, sûlava Sûledûkel geliyê Gader û çendîn deverên din, bi awayekî kawilker hatiye pîskirin û pîskirina wan cihan ji aliyê geştiyaran ve, bûye gefekî mezin bo ser jîngehê.

Pêka çendîn nûçe, rapor herwisa huşdarîdanên jîngehparêzan û herwisa çendîn kurte rapor ji aliyê rojnamevanên xwecihî ve li derheq levitina xwezaya deverên wek “Sîlwana, Dalanper, Rebeta Rajanê, Mame Şêx, Bozê Sîna, sûlava Sûledûkel, geliyê Gader, Pirdanan, Marmîşo û çendîn deverên din” ji aliyê geştiyaran, çiyageran, afrod siwaran, motor siwaran û bi çendîn şêwazan û bi awayekî bêrehmane, sirûşta wan tê jinavbirîn û bi zibil û paşmavên wan levitîne û dengê nerizayetiya xelkê deverê li vê derheqê de bilind bûye.

Heta niha rêjîma Îranê bo parastina wan deveran ji pîsbûn û jinavçonê ti pêngavek hilnegirtiye û xelkê wan deveran huşdarî dane ku hekî rewş wiha berdewam be sirûşta wan deveran dê ji nav here û heta nîha gelek xisarên jîngehî jî bi wan deveran kevtine.