Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çendîn kolber ji aliyê hêzên rêjîmê ve hatne kuştin û birîndarkirin

12:33 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2024

Hêzên hov ên henga sînorî ya rêjîmê li bajarê Newsûdê, 4 kolber bi awayekî hovane û dûr ji hemû pirensîpên mirovahiyê, bi îşkencekirin û kutanê birîndar kirine û rewşa tendirûstiya wan nexuya ye.

Pêka rapora “Kolber News”ê roja Pêncşemî 4ê Gelawêjê, hêzên henga sînorî ya bajarê Newsûdê, 4 kolber ên bi navên “Mihemed, Bêhrûz, Dilyar û Hisam” ên xelkê gundê “Deşe”yê bi lêdan û îşkencekirinê bi dijwarî birîndar kirine.

Heta belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq rewşa tendirustiya wan kolberan li ber dest nîne.

Roja Şemî 6ê Gelawêjê, kolberek ê bi navê “Nazim Seferî”, temen 25 salî yê xelkê gundê “Nowên”ê ser bi bajarê “Serwabad”ê bi teqeya hêzên sînorî yên rêjîmê bi singê wî, li sînorê “Dizawer”ê ser bi bajarê Newsûdê de hatiye kuştin.

Herwisa li roja Duşemî 1ê Gelawêj, hêzên henga sînorî ya bajarê Merîwanê teqe li hejmarek ji kolberan kirin ku li encam de kolberek ê bi navê “Îhsan Norûzî”, temen 25 salî û xelkê bajarê Giyelanê, hate kuştin.

Pêka amarên “Kolber News”ê li 6 heyvên destpêkiya sala nû ya Zayînî de, li deverên sînorî û rêyên li navbera parêzgehên “Urmiye, Sine û Kirmaşan”ê de bi sedemên wek teqeya rasterast a hêzên rêjîmê, renî û sir û seqemê, teqîna mîn, kevtina ji bilindahiyan û çend şêwazên din, 34 kolber hatine kuştin û 236 kolber jî hatine birîndarkirin.