Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl, rêjîma Îranê bi tawanbarê xirabkariyên li tora rêya hesinî ya Firansê nas dike

12:38 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2024

Wezîrê Derve yê Îsraîl gotiye ku xirabkariyên li tora rêya hesnî ya Firasê ji aliyê “tundajoyên îslamî yên ser bi rêjîma Îranê” ve hatiye kirin û huşdarî da ku egera êrîşa wan milîsên bo ser werzişvanên Îsraîlî heye.

“Israel Katz” Wezîrê Derve yê Îsraîl bi şandina nivîsekê li 4ê Gelawêjê bo “Stephane Sejourne” ê wezîrê Derve yê Firansê li derheq egera êrîşkirina girûpên hevpeyman digel rêjîma Îslamiya Îranê li “Olempîka Parîs”ê de li dijî werzîşwan û xelkê Îsraîlê, huşdarî da.

Pêka gotina “Israel Katz” egera vê yekê heye ku şanda werzîşî û geştiyarên Îsraîlî li Olempîka Firansê de bikevne ber êrîşa milîsên ser bi rêjîma Îranê û bi taybet navên Hemas û Hizbullaha Lubnanê li vê nivîsê de aniye ku pêşîneyeke demdirêj digel rêjîma Îranê hene.

Li derheq sekinîna tora rêya hesinî ya Firansê de “Israel Katz” ragihand ku ew kiryara xirabkarane, ji aliyê rêjîma Îranê û bi rêya taqim û girûpên tundajo yên îslamî ve hatiye kirin.