Li 2 daristanên cuda yên derdora bajarê Merîwanê de bi awayekî hevdem agir bi daristanan berdane û bi sedema rabûna ba û germayê agir bi lezgînî berfireh bûne, kesekî motorsiwar agir berdaye wan daristanan.
Pêka rapora “Encumena Keska Çiya” ya bajarê Merîwanê, li du cihên derdora bajarê Merîwanê, agir bi daristanên “Mile Çawik” û daristanên pişt gundê “Mûsk”ê hatiye berdan û pêka gotina hinek çavkaniyan, motorsiwarek hatiye dîtin ku bi zanebûn agir berdaye wan daristanan û ji wir revî ye.
Jîngehparêzan li bajarê Merîwanê cehd bo temirandina wan agir kirine ku bi sedema rabûna ba û germaya gelek zêde, agir bi zehmetiyan tê temirandin, lê hewldana jîngehparêzan bo temirandina wan agiran bi micidî, berdewam e.
“Encumena Keska Çiya” ya bajarê Merîwanê daxwaz ji xelkê kiriye ku li pey wî motorsowarî bikevin û wî peyda bikin û li benda berpirsên pêwendîdsar ên rêjîmê nebin ku ew bo vê yekê ti pêngavekê hilnagirin û xelk bi xwe divê hişyartir û xwedîsehtir be.