Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li vê heftiyê de 7 girtî bidar vekirin

11:00 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2024

Li girtîgehên rêjîmê  li bajarên "Meşhed û Tewrêz" ê de rêjîma Îranê 7 girtî bidar vekirin.

Pêka rapora Navenda Mafê Mirovê Îranê, rêjîma Îranê li demjimêrên sibêdeha roja Sêşemiyê de li girtîgeha navendî ya rêjîma Îranê li bajarê Tewrêzê de 3 girtî bi navên "Riza Ehmedzade, Behram Muherremî û Mensûr ku nasnavê wî nehatiye zanîn", bidarvekirine.

Herwisa pêka vê raporê, sibêdeha roja Yekşemî 10ê Pûşperê, 4 girtî li girtîgeha "Wekîlabad" a rêjîmê li bajarê Meşhedê de bidarvekirine ku 2 ji wan xelkê bajarê Meşhedê û yek xelkê bajarê Qûçanê û yek jî xelkê welatê Efxanistanê bûye.

Bidarvekirina wan girtiyan bê agehdarbûna malbatên wan hatine kirin û nasnameya wan bidarvekiriyan heta niha nehatiye zanîn.

Ew bidarvekirinane li halekê de bi rê ve çone û rêjîma Îranê bi lahiyan daxwazê ji xelkê Îranê dikin ku li şanoya hilbijartina serkomariyê de beşdariyê bikin û deng bidne rêjîmekê ku bi berdewamî xelkê Îranê bi hêcet û tohmetên cuda, bidar diveke an li jêr îşkenceyan de dikuje.