Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hizbullaha Lubnanê, bi mûşekan êrîş kire ser meydana fûtbala zarokên Dirûzî

11:51 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2024

Hizbullaha Lubnanê bi mûşeka cura “Feleq 1” a rêjîma Îranê meydana fûtbala zarokan li bilindahiyên Gulanê kiriye armanc û zêdetir ji 12 zarokan kuştine û zêdetir ji 19 zarok jî birîndar kirin.

Roja Şemî 6ê Gelawêjê Hizbullha Lubnanê bi êrîşkirina mûşekî bo ser meydaneke fûtbala zarokan li gundê “Mecdel Şems”ê li bilindahiyên Gulanê, zêdetir ji 12 zarokên Dirûzî kuştin û zêdetir ji 19 zarok jî birîndar kirine ku pêka raporên belavbûyî, rewşa tendirustiya 6 zarokên birîndar gelek dijwar e û renge amara kuştiyan hêj zêdetir bibe.

Gundê “Mecdel Şems” yek ji 4 gundên bilindahiyên Gulanê ye ku zêdetir ji 25 hezar kes ji xelkê “Dirûzî”  li wir de dijîn.

Li vê derheqê de Berdevkê Artêşa Îsraîl “Daniyê Hagarî” li sibêdeha roja Yekşemî 7ê Gelawêjê de ragihand ku ew êrîşe bi rêya mûşekek a cura “Feleq1” a rêjîma Îslamiya Îranê ku hilgirê 50 kîlo madên teqînê bûye, meydana fûtbala zarokan kiriye armanc û fermandeyekî Hizbullahê ê bi navê “Elî Mihemed Yehya” berpirs û çavdêrî vê êrîşê bûye.

Hizbullahê ew êrîşe li negirtiye stuyê xwe û îdia dike ku binkeya hêza “Hermûn” a Artêşa Îsraîl li padigana “Gulan”ê kiriye armanc.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku belgeyên êrîşa bo ser meydana fûtbala zarokan li ber dest hene û ew mûşek ji bakûrê gundê “Şeiba” li başûrê Lubnanê ji aliyê Hizbullahê ve hatiye avêtin.

Pêka gotina çavkaniyên Îsraîlî, kuştina wan zarokan dê rewşa şerê Hizbullah û Îsraîlê tundir bike.