Hejmarek ji kedkaran û nexweşên Hîmofîlî û werzêran li çend bajarê Îranê de kombûnmên nerizayetî lidar xistin.
Roja Şemî 6ê Gelawêjê, Werzêran li bajarê Îsfehanê, li derheq nedana ava hewce bi werzêran bo karên werzêriyê, li ber deriyê kompaniya Ava Devera Îsfehanê kombûna nerizayetiyê, lidar xistin.
Herwisa kedkarên bajarvaniya bajarê Nêyşabûrê li derheq nedana heqdestên wan ji aliyê berpirsên pêwendîdar ve, li rûberûyê bînaya bajarvaniya Nêyşabûrê kombûna nerizayetiyê lidar xistine
Li bajarê Têhranê de jî hejmarek ji nexweşên Hêmofîlî û malbatên wan li derheq kêmbûn û destnekevtina dermanên taybet ên nexweşiya Hêmofîlî û xemsariya rêjîmê bo dabînkirina wan dermanên hestiyar, li rûberûyê bînaya “Saziya Xwarin û Derman” a rêjîmê, kombûna nerizayetiyê lidar xistin
Herwisa hejmarek ji karmendên fermî yên kompaniya Neft û Gaz a Pars li bajarê “Eselûyê” de kombûna nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza jiserkarderxistina berpirsên bêwec, rakirina asta heqdestan, rakirina hiqûqê salanerya malnişînkiriyan û pêdeçon li esasnameya sendûqa malnişînkiriyan kirine.
Li bajarê “Şûş”ê, kedkarên kompaniya “MDF a Xwansarê”, li derheq qutbûna berdewam a berqê û bêkarmana wan bi vê sedemê, li rûberûyê fermandariya rêjîmê li bajarê “Kerxê” de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Herwisa li bajarê Şadiganê de jî kedkarên kompaniya Pola ya “Fuladê Şadigan”ê bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember derxistina wan û hevkarên wan ji ser kar, li bajarê Şadiganê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.