Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qedera 2 welatiyên xelkê bajarê Sewlawayê li girtîgehên rêjîmê de nexuya ye

11:14 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2024

Hêzên îtilaata rêjîmê li bajarê Sewlawayê de 2 welatiyên kurd bi sedemeke nexuya girtin û bo ciheke nexuya veguhastin û piştî derbasbûna çendîn rojan, qedera wan welatiyan nexuya ye.

Pêka rapora “Kolber News”ê, roja Yekşemî 31ê Pûşpera 1403 a Rojî, 2 ciwanên bi navê “Ezîz Adak” û “Husên Adak” ên xelkê gundê “Jîwar”ê ser bi bajarê “Sewlawa”yê li parêzgeha Sinê, ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve hatine binçavkirin û piştî derbasbûna çendîn rojan, qedera wan nexuya ye.

Pêka vê raporê, hêzên îtilaata rêjîmê li dema binçavkirina wan welatiyan de ti belgeyeke yasayî nebûne.

Tevî derbasbûna çendîn rojan ji binçavkirina “Ezîz Adak” û “Husên Adak”, hemû cehdên malbata wan 2 ciwanên Kurd bo agehdarbûn ji qedera zarokên wan bê encam mane.

Heta belavbûna vê nûçeyê, ti zanraiyek li derheq sedema binçavkirin, tohmetên sepandî û cihê ragirtina “Ezîz Adak” û “Husên Adak”, li ber dest nîne.