Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamostayeke bajarê Merîwanê ji kar hate derxustin

11:25 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2024

“Dîwana Îdaleta Îdarî” ya wezareta Perwerde û Hinkariya Rêjîma Îslamiya Îranê, biryar da ku mamostayeke xwedî ezmûn ya bajarê Merîwanê ji kar bê derxistin.

Şêwreya sendîkaya Mamostayên Îranê ragihand ku “Firmêsk Fetahî, mamostaya xwedî ezmûn a bi pêşîneya 14 sal mamostatiyê û birêveberê dibistanên pêşdestpêkî û destpêkî ya bajarê Merîwanê, bi biryara “dîwana îdaleta îdarî” ya wezareta “Perwerde û Hînkarî” ya rêjîma Îslamiya Îranê ji kar hate derxistin.

Biryara vê îdareyta rêjîmê li halekê de ye ku pêleke nû ya vekirina dosyeyên çalakvanên sendîkayî û sepandina sizayên giran, ji jikarderxistin û dûrxistin ji cihê kar heta kêmkirina pileyên karî yên wan li Îranê de dest pêkiriye û bi hêcetên wek “Nehatin bo ser kar, beşdarî li nerizayetiyên sendîkayî, binpêkirina yasa li cihên çandî û hînkariyê û pêşîneya sizakirinê, bi awayekî berfireh bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê, bi awayekî berfireh bi rê ve diçe.

Heyamekê berî niha jî mamostayekî xelkê bajarê Seqizê yê bi navê “Diyako Elewî” bi pêşîneya 13 sal mamostatî, bi biryara Dîwana îdaleta îdarî ya wezareta Perwerde û Hînkariya rêjîmê  li ser kar hatibû derxistin.