Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li xezîneya rêjîmê de bi tenê 170 milyon Dolar heye

12:30 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2024

Ragihandinên ser bi rêjîmê belav kirine ku li xezîneya dewleta Îranê de bi tenê 170 milyon Dolar heye ku bi wî dirafî bi tenê dikarin hiqûqê 2-3 roj a karmendan li Îranê de bidin.

Pêka nivîseke fermî ya Wezîrê Aborî û Darayî yê rêjîma Îranê bo birêkarê serkomariya rêjîmê li 6ê Gelawêjê ku malpera “Esrê Îran” a ser bi rêjîmê belav kiriye, li sendûqa xezîneya rêjîmê de 10.5 hezar milyard Tumenn anku nêzî 170 milyon Dolar, heye.

Pêka gotina vê malperê, ew rêjeya diraf bo xezîneya hikûmî bi wateya sifir e ku heta bi vî dirafî tenê dikarin hiqûqê 2-3 roj a karmendan li Îranê bidin.

Li halekê de ku rêjîma Îranê her rojê zêdetir ji 3 milyon û 400 hezar bermîl neft û gaza şil difroşe û zêdetir ji %90 a nefta Îranê ji aliyê Çinê ve tê kirin, bi milyardan dolar dahat heye, lê bi sedema diziya berpirsan û gendeliya sîstematîk ew diraf nazivire xezîneya rêjîmê.

Ji aliyê din ve rêjîma Îranê biryarên “FATF”ê bi rê ve nabe û xwe ji wajokirina vê konvansiyonê diparêze, û nikare bi sedema beşdarnebûn li konvansiyona “FATF”ê li sîstema cîhaniya bankî bo zivîrîna wî dirafî mifahê verbigre.