Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewş li Lubnanê hindî pêda diçe aloztir dibe

11:14 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2024

Li halekê de ku êrîşên esmanî yên Îsraîlê bo ser Hizbullahê zêdetir dibin, Amerîkayê daxwaz ji xelkê xwe yên li Lubnanê kiriye ku bi lezgînî ji Lubnanê derkevin.

Pêka nûçeya kanala “Eljezîre” Amerîkayê daxwaz ji xelkê xwe yên li Lubnanê kiriye ku bi lezgînî ji wî welatî derkevin, û herwisa Hizbullah jî bi berpirsê êrîşa “Mecdel Şems”ê nas kiriye, ew yeka li halekê de ye ku êrîşên esmanî yên Îsraîlê bo ser Hizbullahê gelek zêde bûne û roja derbasbûyî, maşîn û matorsîklêteke hilgirê milîsên Hizbullahê bû armanca dironên Îsraîlî.

Tevî zêdebûna dijayetiyan li navbera Îsraîl û Hizbulahê, tevahiya firîna balafiran li balafirxaneya Beyrûtê hatine sekinandin û welatên wek Ordonê jî roja Dûşemî û Sêşemiyê firîna balafirên xwe bo Lubnanê sekinand.

Li halekê de ku Kabîneya Ewlehî ya Îsraîlê, destê Binyamîn Netanyaho bo her berteknîşandanek bi êrîşa bo ser bilindahiya Gulanê vekiriye, egera zêdebûn û berfirehtirbûna êrîşan bo ser Hizbullahê zêde bûye û hinek çavkaniyan jî ragihandine ku hekî rewş neyê aramkirin, egera êrîşa bejayî bo ser Hizbullah û Lubnanê heye.

Li halekê de ku artêşa Îsraîl daye zanîn ku çendîn cure bername bo bersivdan bi êrîşa Hizbullahê bo meydana fûtbala zarokan li “Mecdel Şems”ê hene, Hizbullaha Lubnanê jî ji tirsê êrîşa Îsraîl, rewşa amadebaşî bi endamên xwe ragihandiye û pêka rapora nûçegihaniya “El-Erebiye”, Hizbullahê hejmarek ji binkeyên xwe yên leşkerî li başûrê Lubnanê wala kirine.

Nûçegihaniya “Elhedes”ê jî belav kiriye ku Artîşa Îsraîl li benda fermana Binyamîn Netanyaho bo êrîşkirin bi ser navendên startrejîk ên Hizbullahê ye.