Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Enflasiyon anku “Tewerom” roj bi roj li Îranê de bilindtir dibe

11:21 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2024

Berdevkê Komîsiyona Civakî ya meclîsa rêjîmê ragihand ku cudatiya li navbera xerc û dahatê li Îranê de roj bi roj zêdetir dibe û enflasiyon heftî bi heftî û heta roj bi roj zêdetir dibe.

Roja Dûşemî 8ê Gelawêjê, “Welî Dadaşî”, Berdevkê Komîsiyona Civakî ya meclîsa rêjîmê got: Enflasiyon heftî bi heftî û heta roj bi roj zêdetir dibe û ew pirse girêdayî bi birêvebirina aborî ya dewletî ye û ti balansek li navbera dahat û xerc de nemaye.

Gotina wî nûnerê meclîsa rêjîmê li halekê de ye ku nirxa alav û hewcehjiyan li bazarên Îranê de ji aliyê delalên bazaran ve têne diyarîkirin û roj bi roj bo qazanca malî, zêdetir nirxa alav û hewcehiyan bilindtir dikin û rêjîma Îranê destê wan delalan li bazarê de vekirî hiştiye û pêka hinek çavkaniyan ew delal beşek ji gendeliya sîstematîk a rêjîmê ne.