Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tendirustiya Saman Yasîn di rewşekî nebaş û metirsîdar de ye

11:02 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2024

Rewşa tendirustiya repêrê nerazî “Saman Yasîn” li encama îşkenceyên hovane yên rêjîma Îranê li girtîgeha Qizilhisarê de xirab e û li rewşekî metirsîdar deye.

Yek ji hewvbendiyên “Saman Yasîn” bi navê “Ehmedriza Haêrî” li nivîsekê de daye zanîn ku rewşa tendirustiya “Saman Yasîn” gelek xirab e û li rewşeke metirsîdar de ye û bi berçavgirtina îşkenceyên hovane û nexeşiyên bi sedema wan îşkenceyan, daxwaza azadkirina lezgîn a “Saman Yasîn” ji girtîgehê kiriye.

Herwisa navbirî li nivîsa xwe de haydarî daye ku rewşa tendirustiya Saman Yasîn li girtîgehê, bûye gefeke gelek micid li ser canê wî repêrê nerazî.

Herwisa wî hevbendiyê “Saman Yasîn” daye zanîn ku rewşa tendirustiya “Saman Yasîn” bi malbat û parêzerên wî, nehatiye ragihandin û navbirî piştî 2 car razandina li nexweşxaneyê jî, malbat û parêzerên wî agehdar nekirine.

Pêka vê nivîsê, 4 parêzerên ku “Saman Yasîn” bo dosyeya xwe hilbijartibûn, bi sedema dijayetiya bi nav dadwer “Selewatî”, 20 heyv e ku ti destpêregîştinek bi dosyeya “Saman Yasîn” nînin û wan parêzeran ti derfetek bo destpêregihîştin bi dosye û bersiva komîsiyona pizişkê dad nînin.