Hêzên çekdare rêjîma Îranê êrîş kirine ser gundekî girêdayî yê bajarê Xaşê û jinek kuştin û 3 kes jî birîndar kirin ku yek ji wan zarok e.
Pêka rapora “Halveş”ê hêzên leşkerî û îtilaata rêjîmê êrîş kirine ser gundê “Qadirabad”ê ser bi bajarê “Xaş”ê li Parêzgeha Sîstan û Belkûçistanê û jinek a bi navê “Zelîxa Gomşad zêhî” ya temen 50 salî kuştin û kesekî din ê bi navê “Ellahbexş Gomşad zêhî” û zarokekî temen 16 salî yê bi navê “Mobîn Gomşad zêhî” û kesek din a bi navê “Misrî Goşad zêhî” birîndar kirin.
Hêzên hov ên rêjîmê bi hêceta li pey kevtina endamên saziya “Ceyşuledil” êrîş kirine ser wî gundî û vekolîn e, “Ceyşuledil” îdiayên rejîmê bi tevahî red kir, xelkê gund li hember êrîşa rêjîmê nerizayetî da xuyakirin hêzên rêjîmê teqe li xelkê kirine û heta îzna hatina ambolansan jî nedane ku birîndaran bo nexweşxanê veguhaszin û xelkê bi maşînên xwe ev birîndar bo nexweşxaneya bajarê Xaşê veguhastine.
Rêjîma Îranê bo xwederbaskirin ji wan kiryarên hovane, xelkê gundê Qadirabadê bi terorîst û girêdayê bi Ceyşuledil binav kirin û idia kiriye ku 4 kesên ser bi “Ceyşuledil” bi alavên şer li wî gundî de binçav kirine lê xelkê wî gundî ragihandine ku ti kesek li wî gundî de nehatiye girtin û ew jî hêcetek çewt bo vê êrîşa hovane.