Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kempêyna “Ne bo bidarvekirinê” li girtîgehên rêjîmê berfirejtir bûne

12:28 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2024

Roja Sêşemiya hemû heftiyan, li girtîgehên rêjîmê de mangirtina “Ne bo bidarvekirinê” bi rê ve diçin û li 9ê Gelawîêjê de, li çendîn gtirtîgehyan de , girtî tevlî vê kempêyna nerizayetiyê bûn.

Girtiyên li girtîgehên rêjîma Îranê de bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember sepandin û birêvebirina sizaya bidarvekirinê, çend heftiyek e ku kempêyna “Ne bo bidarvekirinan” bi rê ve dibin û li 9ê Gelawêjê de jî ew mangirtin berfirehtir bûye û li 17 girtîgehên din ên rêjîmê de jî bi rê ve ço.

Pêka daxuyaniya vê kempêyênê, li vê sêşemiyê,, girtiyan li 17 girtîgehên rêjîmê li bajarên wek “Nizam li Şîrazê, benda jinan û benda 4, 6 û 8 a Êvînê, benda 3 û 4 a Qizilhisarê, girtîgeha navendî ya Kerecê, Xuremabad, Xoy, Nexede, Seqiz, Tewrêz, Meşhed, Qaêm Şehr, Erdebîl, Kamiyaran, Merîwan, Selmas, Urmiye û Banê”  de tevlî vê kempêynê bûne  û dest avêtine girêva birsîbûnê.

Ew kempêyne piştî sepandina sizaya bidarvekirinê bo ser “Şerîfe Mihemedî” ve dest pêkir û heta niha jî ew mangirtin berdewam e û daxwaza sekinandina tevahiya bidarvekirinan û sizayên sepandî yên bidarvekirinê bo ser girtiyan, îşkencekirinan li girtîgehên rêjîmê de kirine.

Li daxuyaniya vê carê ya kempêynê de daxwaz ji hemû çalakvanên siyasî, mafê mirovî û navendên navnetewî hatiye kirin ku bo hilveçandina sizayê bidarvekirin, îşkence û sizayên dije mirovî cehdê bikin û bibin dengê nerizayetiya girtiyan.