Artêşa Îsraîl ragihand ku Fuwad Şekir, Fermandê herî pile bilind ê Hizbulahê û serokê yêkeya istratêjîk a vê girûpê, ku berpirsê kuştina zarokên Micdel Şemsê bû, şeva derbasbûyî li nava Beyrûta Paytextê Lubnanê de kevte ber êrîşa mûşekiye Îsraîl û hate kuştin.
Fuwad Şekir kesê dest rastê Hesen Nesrulahê serokê Hizbulahê û şêwirdarê wî li bernamerêjiya şer de bû.
Artêşa Îsraîl bi amajekirina bi derbasbûyî ya Fuwad Şekir, ragihand ku wî berpirsayetî û fermandehiya êrîşên Hizbulahê bi ser Îsraîl dikirin û jibilî evê ku ev berpirsê kuştina 12 Zarokan li Micdel Şemsê de bû, li salên derbasbûyî de gelek Îsraîlî û welatiyên bîhanî kuştibûn.