Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serkomariya nû ya “Nikolas Madoro” li Vênêzoêlayê rastî nerizayetiyeke berfireh hat

10:49 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2024

Piştî hilbijartina “Nikolas Madoro” bo serkomariya nû ya Vênêzoêlayê, li 20 îyaleyên wî welatî de xwenîşandanên berfireh hatine lidarxistin û “Madoro” bi destêverdan li hilbijartinê de tohmetbar kirin.

“Nîkolas Madoro” ku yek ji hevalbendê rêjîma Îranê ye, bi rêjeya %51 a dengan li hilbijartina vê carê ya serkomariya Vênêzoêlayê de bi dest xwe ve anî lê dijberên wî îdia dikin ku navbirî destverdan li hilbijartinan de kiriye û bi çewtekarî rêjeya dengê xwe zêde kiriye lewma xwenîşandanên berfireh lidar xistine kirin.

Li bajarê Karakas a paytexta Vênêzoêlayê de polîsê ewlehî li derdora koşka serkomariyê de bi gaza bîber êrîş kire ser xwenîşanderên nerazî.

Herwisa neraziyan li şeqamên bingehîn ên bajarê karakasê de xwenîşandan kirin û pêka gotina saziya mafê mirovî ya “PROVEA” li Vênêzoêlayê, girûpên çekdar ên ser bi “Nîkolas Madoro”, li hinek cihan de teqe li xwenîşandana aştîxwazneya xelkê kirine.

Herwisa Amerîkayê jî Nikolas Madoro” bi destêverdan li sendûqên dengdanê, tohmetbar kir.

Pêka hinek çavkaniyan beşek ji polîsê Vênêzoêîlayê tevlî xwenîşanderên nerazî bûne û xelkê xwenîşander dest bi ser çendîn navendên leşkerî de girtine û hindî pê diçe rewş aloztir dibe.