Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bertekên li derheq kuştina Îsmaîl Heniye li Têhranê de

11:35 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2024

Nûçegihaniya ser bi spaha pasdaran a terorîst bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku Îsmaîl Heniye bi rêya mûşekeke dûrhawêj hatiye kuştin.

Nûçegihaniya “Fars News” a ser bi spaha pasdaran a terorîst, bi belavkirina nûçeyeke lezgîn daye zanîn ku Îsmaîl Heniyê, serokê Hemasê, bi rêya mûşekeke dûrhawêj li bakûrê Têhranê de Îsmaîl Heniye kiriye armanc.

Îsraîl heta niha kuştina Îsmaîl heniye nekêşaye ustiyê xwe.

Binyamîn Netenyaho serokwezîrê Îsraîl daxwaz ji deshilatdar û mediayên girêdayî bi dewlata Îsraîl kir ku li derheq kuştina Heniye carê çi tiştekê nebêjin.

Berdevkê wezareta derve yê Amerîka li berteka kuştina Heniye de ragihand: Me xebera Kuştina serokê Hemasê li Têhranê bihîst, lê me çi zaniyarî li vê derheqê de çininin.

Şêwreya ewlehiya rêjîma komara îslamî jî piştî kuştina Heniye, ciwînekî bilez li dar xist.

Berdevkê Wezareta Derve ya rêjîma Îslamiya Îranê jî îdia kiriye ku kuştina Îsmaîl Heniye pêywendiyên Îranê û Felestîniyan qahîmtir dike.