Hejmarek ji berpirsên rêjîma Îranê yên wek serkomarê nû yê rêjîmê û herwisa berpirsê berê yê spaha pasdaran a terorîst û çend berpirsên din, li derheq kuştina Îsmaîl heniye bertek ji xwe nîşandan dan
Serkomarê nû yê rêjîmê, Mesûd Pizişkiyan li berteka kuştina Îsmaîl Heniye de gotiye: Komara Îslamiya Îranê, dê tevavetiya axa Îranê, şanazî û şerefa xwe biparêze” gotina wî berpirsê rêjîmî li henek torên civakî de bûye cihê henekan û gotine ku ew yeka ti pêywendiyek bi tevavetiya axa Îranê ve nîne.
Herwisa Muhsin Rizayê serokê berê yê spaha pasdaran a terorîst kuştina Îsmaîl Heniye bi tawana mezin binav kiriye û îdia kiriye ku Îsraîl dê nirxeke giran bide!
Pêka zaniyarioyên belavbûyî, Îsmaîlk Heniye li koşka “Seidabad” li bakûrê Têhranê de hatiye kuştin û spaha pasdaran terorîstê cihê mana wî bi salona mana canbazan ragihandibû.
Herwisa Elî Xamineyê rêberê rêjîma Îranê jî li vê derheqê de gotiye ku Îsraîl dê nirxeke giran bide û em tolhildana wî bi erkê xwe dizanin.