Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê endamên malabta şehîd “Mihemed Hesenzade” binçav kirin

14:19 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2024

Hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê  bê belgeya yasayî êrîş kirine ser mala şehîd “Mihemed Hesenzade” û endamên malbata wî bi awayekî hovane kutan û piştre ew binçav kirin.

Roja Sêşemî 9ê Gelawêjê, hêzên îtilaata rêjîmê bê hebûna ti belgeyeke yasayî êrîş kirine ser mala şehîd “Mihemed Hesenzade” û bavê wî şehîdî “Ehmed Hesenzade” û xwîşka wî ya bi navê “Solmaz Hesenzade” bi awayekî hovane, bi bêrîzîkirin û lêdanê binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin.

Pêka rapora “Çaw News”ê hêzên îtilaata rêjîmê li dema êrîşkirin  bo ser mala wî şehîdê şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê, ti belgeyeke yasayî nebûne û vê malbatê dixwestin rêûresma jidayîkbûna kurê xwe li mala xwe de bi vê ve bibin, lê wan hêzan rêgirî ji wan kirine.

Herwisa wan hêzên hov ên rêjîmê dest bi ser mobalya bav, dayîk û xwîşka wî şehîdî de jî girtine.

Şehîd “Mihemed Hesenzade” li 25ê Xezelwera 1401 a Rojî li xwenîşandanên nerizayetî yên şoreşa “Jin jiyan Azadî”yê de li bajarê Bokanê bi gulleyên şer ên hêzên tepeserker ên rêjîma Îranê, hatibû şehîdkirin.