Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Polîsê saybêrî yê rêjîma Îranê gef li bikarhênerên înternetê dixwe

11:09 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2024

Polîsê saybêrî yê rêjîma Îranê li parêzgeha Îlamê, gef li bikarhênerên torên civakî û nûçegihaniyan xwariye ku nabe nûçe an nivîsên ku li dijî berbijêrên serkomariya rêjîmê be, belav bikin neku dê bi tunî bêne sizadan.

Polîsê saybêrî yê rêjîma Îslamiya Îranê li parêzgeha Îlamê de bi belavkirina daxuyaniyekê, gef li bikarhênerên torên civakî û herwisa ragihandinan xwariye ku nabe bi ti awayekê nûçeyên xirabkirin, tohmetlêdan û nûçeyên nerast li derheq berbijêran û alozkirina hizra giştî belav bikin.

Herwisa li vê daxuyaniuyê de gef li bikarhênerên torên civakî û nûçegihaniyan hatiye xwarin ku rojane torên civakî û nûçegihaniyan kontrol dikin û li egera her kareke neyasayî, dê bo wan dosyesazî bê kirin û bo navendên dadwerî bê şandin.

Rêjîma Îranê bi gefxewarin ji azadiya ragihandinê, rûkê xwe yê hov bo tirsandina xelkê dide xuya.

Berpirsên rêjîmê ji Elî Xamineyî ve bigre heta digîje berpirsên din ên rêjîmê û kesên girêdayî bi rêjîmê bi lahiyan û birêvebirina şanoyên rengareng, daxwaz ji xelkê dikin ku roja Înê 15ê Pûşperê li şanoya hilbijartina serkomariya rêjîmê de beşdariyê bikin ku bi wî awayî bikarin şikesta dijwar û serşoraneya xwe li hember îradeya xelkê Îranê li dora yekem a binav hilbijartinê de, qerebû bikin.