Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seywan Îbrahîmî bo derbaskirina cezayê biser de hatî sepandin bo girtîgeha Sine hate veguhastin

11:10 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2024

Roja Çarşemî 13ê Pûşpera 1403 a Rojî, Seywan Îbrahîmî, mamosteyê zimanê Kurdî û Endamê desteya Birêveberî a Encumena Ferhengî-Civakî ya Nojîn, piştî gazîkirin bo dadgeha Sine hate girtin, bo derbaskirina cezayê 8 meh girtîgeha ku biser de hatiye sepandin.

Li gorî nûçeya Kurdpayê, Roja Dûşemî 4ê Pûşpera 1403 a Rojî, Seywan Îbrahîmî mamosteyê zimanê Kurdî piştî xilasbûna heyama yek sal girtîgeha xwe bi tohmeta têkdana nezma giştî li girtîgeha sine hate azadkirin.

Roja Yekşemî 3ê Pûşpera 1403 a Rojî, cezayê 10 sal girtîgeh Seywan Îbrahîmî bo tohmeta “avakirina Girûp û desteyan bi mebesta têkdana ewlehiya welat” li dadgeha Pêdeçûnê de hate hilwişandin, û salek girtîgeh bi tohmeta pirûpagende bi dijî rejîmê bo Heşt meh cezayê girtîgehê hate kêmkirin.