Rêjîma Îranê bo perdepoşkirina şikesta xwe ya dubare li hember îradeya xelkê Îranê bo baykotkirina şanoya hilbijartin a serkomarîya rêjîmê, li çendîn bajarên mezin întirnêt qut kiribû.
Pêka zaniyariyan, piştî ku rêjîma Îranê li beşdariya xelkê Îranê li binav hilbijartinê bêhivî bû, înternet li çendîn bajarên mezin ên wek Têhran, Reşt û Ehwazê, qut kir yan lezgîniya înternetê bi qasek kêm kir ku nayê bikaranîn û li hinek cihan bi tevavî qut bû.
Rêjîma Îranê bo perdepoşkirina şikesta dubareya xwe li hember baykotkirina şanoya hilbijartinê û rêgirî ji belavbûna rapor, wêne û vîdyoyên hilbijartinê, înternet li cihên ku xelkê başdarî nedikir, qut kir an bi qasekî lezgîniya vê kêm kirine ku nedihate bikaranîn.
Rêjîma Îranê bo çewtekariyan û xapandina xelkê û herwisa ji rêderxistina hizra giştî amarên sexte û destkird li dora yekem a şanoya hilbijartinê de belav kirin û li qonaxa duyê de jî hewl da bi çewtekarî û belavkirina amarên sexte, rêjeya beşdariya xelkê zêdetir ji dora yekem bide xuya.
Ew yeka li halekê de ye ku li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê, Xûzistan û Belûçistanê rêjeya beşdarîkirina xelkê ji dora yekem jî kêmtir bûye.