Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îdareya Koç û Penamberan a Kanadayê biryara derxistine kesekî ser bi rêjîma Îranî da

12:42 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2024

Kesekî ser bi rêjîma Îranî yê bi navê “Baqir Larîcanî”, ji aliyê Îdareya Koç û Penaberan a Kanadayê ve îzna rûniştina vî hate hilveşandin û divê ew ji Kanadayê derkeve.

Pêka belgeyeke fermî ya Îdareya Koç û Penaberan a Kanadayê, vê îdareyê li pêdeçoneke nû li ser îzna rûniştina hertim ya “Baqir Larîcanî” de biryara hilveşîna îzna iqameta dayîmiye wî dane û navbirî ji sala 1396 a rojî heta heyva Rezbera sala 1401 a Rojî bi tenê 258 rojan li Kanadayê de bûye û niha divê ew ji Kanadayê derkeve.

Baqir Larîcanî, birayê “Elî Larîcanî û Sadiq Larîcanî” ye ku li rêjîma Îslamiya Îranê de pileyên bilind hene.

Baqir Larîcanî li Îranê de xwediyê çendîn pileyên hikûmî bûye û heta serdemekê serokê zanîngeha zanistên pizîşkî ya Têhranê bûye.

Navbirî xwediyê çendîn milk û darayî li Îran û Kanadayê de ye û niha pêka biryara Îdareya Koç û Penaberan, divê ji Kandayê bê derxistin.

Piştî ku spaha pasdaran a trorîst ji aliyê dewleta Kanadayê ve bi fermî wek rêkxiraveke terorîstî hate naskirin, givaş bo ser Îraniyên ser bi rêjîma Îranê bi taybet endamên spaha pasdaran li wî welatî de zêde bûye.