Li şanoya endazyarîkirî ya hilbijartina serkomariya rêjîma Îslamiya Îranê de rêjîmê îdia kiriye ku nêzî %51 a xelkê li hilbijartinê de beşdarî kirine û “Mesûd Pizîşkiyan”, bi serkomariyê hate hilbijartin.
Wezareta navxwe ya rêjîma Îranê li roja Şemî 16ê Pûşperê, îdia kir ku “Mesûd Pizişkiyan” bi bidestveanîna 16 milyon dengan bûye serkomar û nêzî %51 xelkê Îranê jî li vê dengdanê de beşdarî kirine û rêjeya beşdariya xelkê 30 milyon û 530 hezar û 157 kes bûne.
Ew yeka li halekê de ye ku bi sedema baykotkirina şanoya hilbijartinê ji aliyê xelkê Îranê ve, rêjeya beşdariya xelkê li vê dorê de, ji dora yekem jî kêmtir bûye û amarên ku rêjîma Îranê belav kirine çewt û destkird in.
Herwisa rêjîmê îdia kiriye ku “Seîd Celîlî” jî li vê dengdanê de 13 milyon û 538 hezar û 179 deng bi dest anîne.
Rêjîma Îranê bi belavkirna amarên çewt û çendîn qat zêdekirî, dixwaze şikesta xwe li hember îradeya xelkê Îranê bo baykotkirina şanoya hilbijartinê, perdepoş bike û rewatiyekê bi desthilata xwe ya bi xwîn bide.