Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê zarokek kolber bi dijwarî birîndar kir

12:45 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2024

Hêzên hov ên leşkerî yên rêjîma Îranê bi awayê rasterast û bê agehdarkirina berê, teqe li zarokekî kolber ê temen 15 salî kirin ku li encamê de gulle bi cergê wî zarokî kevtiye û bi dijwarî birîndar bûye.

Pêka rapora Ajansa “Kurdpa”yê, zarokekî Kolber ê temen 15 salî yê bi navê “Mihemed Alî” yê xelkê gundê Doleto” ser bi bajarê Serdeştê, li sînorê wî bajarî de, rastî teqaeya rasterast a hêzên leşkerî yên rêjîma Îranê hatiye û bi dijwarî hatiye birîndarkirin..

Hêzên hov ên rêjîma Îranê bi awayê rasterast û bê agehdarkirina berê, bi gulleyên şer teqe li wî zarokê kolber kirine.

Pêka rapora Kurdpayê, gulleyeke hêzên leşkerî yên rêjîma Îranê li piştve bi cergê “Mihemed Alî” kevtiye û ji zikê wî hatiye der ku bi sedema dijwariya birînê, bo nexweşxaneya bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.

Heta belavbûna vê nûçeyê ti zanyariyeke zêdetir li derheq rewşa tendirustiya wî zarokê Kolber li ber dest nîne.