Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê ciwanekî xelkê bajarê Dîwanderê binçav kir

12:47 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2024

Hêzên ewlewhî yên rêjîma Îranê bê belgeya yasayî ciwanekî xelkê bajarê Dîwanderê binçav kirin û piştî binçavkirinê, êrîş kirine ser mala wî û mala wî jî, vekolin.

Pêka rapora “Kurdpa”yê roja Pêncşemî 14ê Pûşperê, welatiyekî xelkê bajarê Dîwanderê yê bi navê “Kûriş Şerîfpûr” ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê ve li cihê karê wî de binçav kirin û bo girtîgeheke ewlehî ya rêjîmê li bajarê Dîwanderê veguhastine.

Hêzên hov ên ewlehî yên rêjîma Îranê bê belgeya yasayî, “Kûriş Şerîfpûr” li cihê karê wî de binçav kirine.

Pêka rapora “kurdpa”yê, hêzên ewlehî yên rêjîmê, piştî binçackirina “Kûriş Şerîfpûr”,  êrîş kirine ser mala wî û mala wî vekolîne.

Kûriş Şerîfpûr xelkê gundê “Reşîdava”yê ser bi bajarê Dîwanderê ye.

Heta belavbûna vê nûçeyê ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser wî welatiyê Kurd, li ber dest nîne.