Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Baykota hilbijartina rêjîmê serkevt

12:48 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2024

Hilbijartina serkomariya rêjîmê ku rojî înê li Îranê de hate birêvebirin, ji aliyê nêzîk bi hemî xelkê welat ve hate baykotkirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê gelê xwedî helwêst û şorişvane Kurd, ji bilî evê ku hilbijartina rêjîmê baykot kirin û zêdebarî hemî pîlan û gef û daxwaza rêjîmê, amade nebûn biçne ser sinduqan, li piraniya bajarên Kurdistanê roja înê xelk ji malên xwe dernekevtin ku heta nava bajaran jî çol û hol bimîne.

Gorî wan vîdeo û wêne û raporên ku li deverên cuda cudaye Rojhilatê Kurdistanê ve geheştine me, rêjeya beşdariya xelkê li kurdistanê de gelek ji ya dora yêkim ku îniya pêştir bi rêve ço, kêmtir bû.

Herwisa li Sîstan û Belûçistanê jî baykota hilbijartina rêjîmê serkevtî bû û gelê Belûç ji bilî evê ku amade nebû deng bide û biçne ser sinduqên rêjîmê, li çendîn cihan xelkê êrîş kirne ser binkên dengdanê û agir berdane maşîn û sinduqên rêjîmê.

Li seranserî Îranê baykotê kela dîktatoriya xamineyî xiste lerzê û lewma rêjîmê hewara xwe bo ragihandina amara çend qat zêder ji ya rastiyê bir.

Xamineyî û hemî deshilatdaran û dezgehên pirûpagenda rêjîmê berdewam lahî û daxwaza beşdariya xelkê dikirin û heta seet 12 şevê dema dengdanê dirêj kirin, heta ku derfeta ragihandina amara direvîn bo wan bête pêş, hekî ne, rêja beşdariya xelkê gelek ji ya hefteya pêş de kêmtir bû.

Ewa jî şikest û torandinekî mezine bo rêjîmê ku nîşan dide çi pêgeh û rewatiyek di nava xelkê de nemaye.