Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Ewropayê dixwaze spaha pasdaran wek rêkxiraveke terorîstî nas bike

12:50 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2024

Alman bi fermî dosyeyek li Yekîtiya Ewropayê de vekiriye ku pêka vê dosyê, biryar e spaha pasdaran a terorîst bi sedema encamdana kiryarên terorîstî, li lîstê dorpêşan zêde bike.

Analîna Buêrbok a Wezîra Derve ya Alman, li kombûna Şêwreya Pêwendiyên Navnetewî ya Yekîtiya Ewropayê ku li 24ê Juenê li Lokzamborgê de bi rê ve ço, hevkarên xwe yên welatên din li destpêkirina vê dosyê û daxwaziya xwe, agehdar kirine û ragihand ku gotûbêjên li nav vê Şêwreyê navxwyî û nihênî ye, lewma nikarin midyayî bikin.

Hewce ye ku 26 welatên Endam ên Yekîtiya Ewropayê bi hevdengî li ser rêkarên egera sizakirinê lihev bikin, hêj rohn nîne ku gelo dikarin li bajarê Birûkselê rêkevtinekê bi vê şêwazê bikin an ne.

Hikûmte Alman ev pêşdestiye li ser binyata biryara dadgeha bilind a deverî ya bajarê Dosêldorfê kiriye.

Kesekî Îranî-Almanî li sala 1401 a Rojî de li bajarê Boxomê, hewl dabû ku bi koktêl molotofê êrîşê bike ser kenîseyekê û dadgeha Dosêldorfê jî ragihand ku rêjîma Îslamiya Îranê li pişt vê êrîşê bûye û kesekî ser bi spaha pasdaran ê bi navê “Ramîn Yêktaperest” ku endamê spaha quds e, rênimûnî bo encamdana wî karî kiriye û fermana cîbicîkirina vê kiryara terorîstî daye.

Pêka rapora “Doyçê Tsaytong”, lêkolîn û fermana dadgeha Alman hatiye dan û niha li rewşa amadekirina navê spaha pasdaran bi sedema encamdana kiryarên terorîstî, li lîstê dorpêçan de ye.