Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 473an a rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

00:52 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2024

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, helwêstên Hizba Dêmokrat û gotarên nivîskar û xebatkaran û nûçeyên mafê mirovî û mijarên cuda cuda hatine weşandin ku mijar û gotarên vê hejmara Agirî wiha ne:

Manşêta 473 emîn hejmara Agirî gotareke li jêr nave “Sîmaya Dêmokrat, dilequtk û nîgeraniya rêberek” ji nivîsa Kerîm Perwîzî.

Rûpela 2 a hejmara nû a Agirî hatiye terxankirin bo daxuyaniya Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokarat a Kurdistana Îranê jêr navê Serkevtina baykota binav hilbijartina 8ê Pûşperê, rêfrandomek dinê bû li dijê komara Îslamî.

Rûpela 3 a vê hejmara Agirî de 3 peyamên Kak Mistefa Hicrî dikevne ber çavan.

Rûpela 4 ê de Gotara “Qasimlo: fîlozofek jîr û parêzvanek cesûr” ji nivîsa Elî Munezemî. 

Rûpela 5ê de gotara “Dr. Qasimlo jiyanekî zelal û pak bihorand” ji nivsîna Letîf Epozdemir.

Rûpela 6an a 473 emîn hejmara Agirî de gotara “Tehran bû Kurdistan, guhertin tê” ji nivîsa Kawe Ahengerî.

Rûpela 7ê de gotara “Serokkomarê lat û lûtan, serokkomarê netew- eyên mafxwarî nîn e!” ji nivîsa Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî tête dîtin.

Rûpela 8 ê a 473 emîn hejmara Agirî hatiye terxankirin bo  gotara “Derxistina hîcabê, an jî hicaba bizorê” ji nivîsa Rojan Kurmanc.

Rûpela 9 ê de beşa dawî a gotara “Organîzasyonên sîyasî û tekoşînê jî wihane” ji nivîsa Hesen Herranî dikeve berçav.

Rûpela 10 ê a 473 emîn hejmara rojnameya Agirî hatiye terxankirin bo gotarekê li jêr nave “Serpêhatiya keçek kurd bi xortekî biyanî re” ji nivîsa Sumeye Mêrxas.

Rûpela 11 ê de çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma Îranê li Kurdistan û Îranê de hatine weşandin.

Rûpela 12ê anku dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî, vê carê dîsan hatiye terxankirin bo postêrekê li derheq Hilbijartina serkomaiya rêjîmê li jêr na “ Dengê bi rengê mirinê”. postêr bi keda Serbest Urmiye hatiye dîzayînkirin û kêşan.

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin û weşandin.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.