
Li halekê de ku li Havîna îsal geramyeke zêde heye, girtiyên li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê, rastî qutbûna berdewam a avê û piştre rastî zêdebûna nexweşiyên cur bi cur hatine.
Pêka rapora “Navenda Mafê Mirovê Îranê”, Qutbuna çendbare û berdwam a avê ji roja pêncmeiyê 14ê Pûşperê ve, li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê gelek zêde bûye û bûye sedem ku alavên hêniker kar nekin û herwisa nexweşiyên bi sedema germayê ên wk nexweşiyên zik û pişikan û nexweşiyên pêstî li vê girtîgehê de gelek zêde bibin.
Pêka vê raporê, berpirsê girtîgeha Qizilhisarê bo çareserkirina bê avî li girtîgehê ti hewlekê nade û heta bo girtiyan, kûlêr û alavên hênikkirinê jî dabîn nake û girtî bi dirafê xwe wan alavan dikirin ku li rewşeke wiha de ji vê yekê jî, bêpar in.
Girtiyên li vê girtîgehê çendîn caran ew pirsgirêka bi berpirsê girtîgehê re ragihandine lê navbirî ti bersivek bi daxwaziya wan nedaye.
Pêka vê raporê, bi sedema germaya gelek zêde û rêjeya zêde ya girtiyan li vê girtîgehê, rewşa girtiyan gelek dijwartir bûye û hewcehî bi pêregihîştina lezgîn heye.