
Milîsên Hemasê bi paşekêşî ji hinek daxwaziyên xwe bo sekinandina şer, pêşniyara Amerîkayê bo sekinandina şer û agirbestê pesend kir.
Hemasê ragihandiye ku ji helwîsta xwe ya pêştir bo erêkirina agirbesta hertimî ji aliyê îsraîl berî danostandin li ser azadkirina barimteyan, paşekêşî kiriye û niha agirbesta 6 heftiyane li qonaxa yekem a agirbestê erê dike.
Pêka rapora “Reuters”ê, berpirsekî Hemasê îşare bi pesendkirina pêşniyara Amerîka bo destpêkirina danûstandinan bo azadiya barimteyên Îsraîlî ku serbaz û mêran li xwe digre, pesend kiriye.
Pêka vê raporê, milîsên Hemasê ji vê yekê ku Îsraîl li destpêkê de berî wajokirina girêbestê soza sekinandina hertimî ya şer bide, paşekêşî kirine û îznê didin ku danûstandin bo gihîştin bi vê armancê, li qonaxa yekem a 6 heftiyan de bê kirin.
Milîsên Hemasê bi ferman û rênimûniyên rêjîma Îslamiya Îranê cinayeta 7 October ê qewimandin ku bû sedema kawilbûna Xezê, awarebûna çend milyon kesan û herwisa kuştî û birîndabûna dehan herzar kesî.
Rêjîma Îranê ku karî Xezê bide kawilkirin, niha vê siayseta xwe bi rêya Hizbullaha Lubnanê, li Lubnanê de bi rê dibe û dixwaze Lubnanê jî bide kawilkirin.